Rojava News: Duh, balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê, pêgehên rêxistina teroristî li başûrê Sirînê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên Rojava News, ku duh li başûrê Sirînê ya ku dikeve başûrê bajarê Kobanî, balafirên hevpeymanan çend caran êrîşî DAIŞê kirin û di encam de bi dehan terorîst hatin kuştin.
Hêjayê gotinê ku rojane DAIŞê bi çekên giran êrîşî gundên rojava û başûrê Kobanî dikin, ku di encam de bi dehan welatî ji herdû pêkhatiyên Kurd û Ereb jiyana xwe ji dest didin.
Nalîn Hesen
11:34:06