Rojava News: Şêwirmenda Almanya Angela Merkel diyar kir ku Pêşmergeyan karîne li hember DAIŞê serkeftinê tomar bikin û welatê wê jî di vê yekê alîkarî daye Herêma Kurdistanê.
Angela Merkel carek din piştgiriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge ragihand û diyar kir ku Pêşmergeyan kariye li hember DAIŞê serkeftinê tomar bikin.
Merkel ji rojnameya Augsburger Allgemeine re ragihandiye ku nabe ku alîkariyê bidin hikûmeta Sûriyê, ji ber ku hikûmeta Esed bombeyan li ser gelê xwe de dibarîne û welatiyên sivîl dikûje.
Merkel gotiye ku rola Esed di paşeroja Sûriyê de nemaye û ji bo paşeroja vî welatî jî dibe bi opozîsyona siyasî ya vî welatî re guftûgo bê kirin.
Angela Merkel derbarê beşdarbûna operasyonên li dijî DAIŞê de jî ragihandiye ku her çend ji bejayî ve li hember rêxistina terorê operasyonan encam nedin jî, lê bi çek û rawêjkarên leşkerî alîkariya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge beşdarê tekoşîna li dijî terorê dibin.
Merkel herwiha diyar kiriye ku bi van alîkariyan Pêşmerge jî kariye li dijî DAIŞê serkeftinê tomar bike û ligel deverên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, xelk vegerin malên xwe.
Şêwirmenda Almanya herwiha diyarkiriye ku ew dê alîkariyên xwe yên ji bo Kurdistanê û Pêşmerge berdewam bikin.
11:46:57