Print this page

Çekdarên PYDê gencekî kurd ji dibistana wî revandin

Rojava News: Berî sê rojan li gundê Maşûkê li gundewarên Qamişlo li dibistanekê ku piraniya şagitên wê Erebin, Çekdarên PYDê ronîro gencekî kurd di pola 10an de ji nav şagirtan rakişandin û revandin cihekî nenas di çarçoveya weku nav lê tê kirin leşkeriya neçar.

Jêderekî ku naxwaze navê xwe eşkere bike ji rojava news re got  hindek şagirtên kurd di wê polê de hebûn lê çekdarên PYDê nizanîbûn û eger zanîbana ku kurd hene dê ew jî revandibana  ji ber ku çekdarên PYDê tenê xortên kurd radikşînin û ti rêkî ji pêkhateyên din nagirin.

Tê zanîn ku çekdarên PYDê kiryarên xwe yên sitemkariyê bêhtir kirine piştî ku welatiyên Kurdistana Sûriyayê derdikevin xwepêşandanan li dijî kiryarên PYDê bi bangewazî ji ENKSê.

Hisên Şakir

12:39:13