Rojava News: Serokê Komela piştgiriya miletê Kurdistanê li Firankiforta Almanyayê ragihand ku wan alîkarî şandin ji penaberan kurd re yên li herêma Kurdistanê dimînin.
Ebdelezîz Tistir Serokê Komela navborî ji Rojava News re ragihand ku komela wan bi alîkariya serokê şaredariya Firankifortê û Partiya kominîsta Almanyayê karîne 40 ton alîkarî bişînin kampên prnaberan li Herêma Kurdistanê.
Herweha lêzêde kir ku aniha ew barhigira alîkariyan di riya dêriyê Îbrahîm Xelîl re derbasî bajarê Zaxo bûye, û dê bir bi Hewlêrê ve biçe ta ku em bi dezgeha Xêrxwaziya Barzanî re bicivin û em van alîkariya belav bikin.
Nalîn Hesen
12:54:50