Rojava News: Lîstikvan û sînemakara kurd Songul Oden li ser şer û aloziyên ku li Amed û deverên din ên Bakurê Kurdistanê diqewimin, peyamek belav kir û got: “Amed tenê û birîndar e!
Lîstikvana navdar a kurd Songul Oden, ku li bajarê Amedê di sala 1979 ji dayîk bûye, li ser twîttera xwe derheqê alozî û êşên ku li Amedê diqewimin, peyamek belav kir.
“Bajarê Amedê, ku 12emîn bajarê qerebalix ê Tirkiyê ye, tenê û birîndar e…Ma heta kengê dê xwîna me birije!”
11:28:59