Rojava News: Ji ber şer û pevçûnên di navbera Hêzên Ewlehiya Tirkiye û YDGH li nav bajar û bajarokên Bakûrê Kurdistanê ta niha herî kêm 200 hezar kesî koçkiriye.
Ev şerê ku zêdetir li navçe û gundên bi welatparêziya xwe têne nasîn berdewam dike û dibe sedema mirin, brîndarbûn û mexdûriyeta gel. Şêniya ku bi kuştin, tîbûn û birçîbûnê re rû bi rû maye, ji nêçarî koç dikin.
Li gorî daneyên ku hatine ragihandin tenê ji Sûrê ya Amedê 20hezar kesî koçkiriye.
Herweha li gor danayên ne ferî jî Farqînê ji %30 koçkiriye, Cizîra Botan ji %50 û gelek cîhêdin jî male deverê xwe berdana ber bi cîhê ewle de koçkirine.
Dema sale 1990 de ji ber şer û pevçûnan bêtirî xwe gund valabûn, lê belê aniha bajar û bajarokê bakurê Kurdistanê çol dibin.
13:16:10