Print this page

Eşîrên Ereb naxwazin YPGê derbasî xaka wan bibe!

Rojava News: Çend eşîrên Ereb yêb li Girê Spî bi daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe li hember YPGê  ragşhand û anî ziman ku ew rê nadin YPG derbasî navçeyên wan bibe.

Li gorî  nuçeya daketiye ser malpea Rudaw;  Dohî çend eşîrên Ereb li bajarokê Girê Spî yê ser bi Kobanî ve, di daxuyaniyekê de ragihandin, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ereban bi zorê ji navçeyên wan derdixe û mafên wan binpê dike.

Eşîrerên ereb  herwiha di daxuyaniyêde gotine em rê nadin şervanên YPGê derbasî deverên wan bibin.

Daxwaz jî kirine, ku kesên di nav refên YPGê de zordarî li welatiyên ereb kirine, werin cezakirin.

Li ser vê helwesta çend eşîrên ereb ên li bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, TEV-DEMê daxuyanî da.

Daxuyaniya wan eşîran û helwesta wan bûye sedema derketina kirîzek di navbera wan û YPGê de.

 

09:46:11