Rojava News: Li çend navçe û bajêrên Bakurê Kurdistanê ji vê sibehî ve operasyona bi tank û topan destpêkir, û dengê gule û topan ji Cizîrê, Silopî, Şirnex, Nisêbîn, Kerboran û Surê bilind dibin.
Li bajar û navçeyên Cizîr û Silopî yên Şirnexê bû 3 rojin bi hinceta “hebûna çalakiyên terorê” u hebûna xendekan derketina derve qedexeya û ji her dû deveran dengê fîşek û teqînan bilin dibin.
Li Silopî operasiyona bi çek û vesayitên zirxî ji berê sibehî destpêkir, hemû rê yên serkî ku diçin bajêr hatine girtin. Gelek mal wêran bûne, û ew 3 rojin bajar bê elektrîk û bê internete.
Herweha li navçeya Sûrê ya Amedê jî şer û alozî didome. Hat gotin ku îro danê sibê helîkopterên leşkerî dest bi êrişê kirine.
Li navçeyên Nisêbîn û Kerboranê yên Mêrdînê jî qedexeya derketina derve didome, ji hemen devara jî dengê teqîna bilind dibe.
10:53:43