Print this page

Dirbesiyê: PYDê 7 xort bi zorê birin leşkeriya neçar!

Rojava News: Doh danê evarî çekdarên PYDê bi çekên giran gundê Kerbetilî dorpêçkirin û 7 xort rakişandin û berê wan dan cihekî nenas ji  bo paşî wan bibin leşkeriya neçar

Jêderekî taybet ji Rojava News re ragehand ku doh danê evarî çekdarên PYDê gundê kerbetilî yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve ye dorpêç kirin bi gelek otombêlên leşkerî û doşka jî bi wan re bû êrîşî gundê nav borî kirin û heft xort ji malên wan rakişandin û berê wan dan cihekî nenas da  piştire bibin leşkeriya neçar

Tê zanîn ku eve demeke piştî bajar û bajarokên kurdistana Sûriyeyê  ji xortan valabûye  çekdarên PYDê berê xwe didin gundan da xortan bibin leşkeriya xwe ya neçar

 

Hseyn Şakir