Rojava News: 12 otombîlên bombekirî yên DAIŞê û embarek çek û teqemeniya wan hatin teqandin.
Hêzê peşmergeyên Zêrewanî yê Kurdistanê dohî derengiya şevê li Naweranê ziyanekî mezin gihandin çekdarên DAIŞê, jibilî teqandina 12 otombîlên bombekirî, embarek çek û teqemeniyên DAIŞê jî teqandin û hejmarek gelekî mezin ji DAIŞê kuştin.
Herweha êrîşên çekdarên DAIŞê li eniyên Naweran, Başîk, Til Eswed, Xazir û Çiyayê Zerdik bûn, lê hemû êrîş hatin têkşikandin.