Print this page

ENKSê kiryarên li Efrînê şermezar kir!

Rojava News: Serokê Encumena Xwecihiya ENKS ê li Efrînê daxwazê ji hezên Kurdistanî û Komarên hevalbend  dike ku rêyekê mirovayî bilez ji Efrînêre vekin

Serokê Encumena Xwecihiya ENKS ê li Efrînê Hisên Îbiş di di daxuyaniya xwe de got;  Em daxwazê  ji hezên Kurdistanî û Komarên hevalbend dikin ku rêyekê mirovayî bilez ji Efrînê re vekin û wê dorpêçkirina li ser Efrînê em şermizar dikin û herwiha em kiryarên PYDê jî şermizar dikin ku di wê rewşa xirab de em dibînin ku PYDê astengiyan ji welatiyan re derdixê wekî leşkeriya neçar û ferzkirina bacêyên giranli ser xelkên Efrînê.

Em tekez dikin ku ew şer ne şerekî  îslamî kurdiye û ne erebî kurdiye jî lê ev şer şerê van hezên ku şerê hev dikin bi xweye û şer li ser deshelata cugrafiye dinavbera van hêzan bi xwe ye.

Di vê rewşê de xort neçarin ji welat barkin û kurdistana sûriyeyê vala bibe ji xwediyên wê.