Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya 17ê Kanûnê ya Roja Ala Kurdistanê peyamek belavkir û got; Reng û hêma û sembolên ala Kurdistanê pênaseya aşitî û azadîxwazî û kolnedana gelê meye.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî di peyama xwe jib o hemû gelê Kurdistanê de got; Li roja ala ya Kurdistanê de, hezaran silav li giyanê pakê şehîdên me yên serbilind dikim. Di wê helkeft û boneya pîroz da pêzanînên min ji bo xweragiriya gelê Kurdistanê û cangoriya Pêşmergeyên me yên qehreman heye.
Di berdewamiya wê de dibêje; Ala me nîşana yekdengî û yekgirtiya gelê meye û ji bo gihîştina serbilindî û rizgariya yekcarekî me hemûyan li yek sengerê de kom dike. Her ji bo vê yekê jî ji bo bilind ragirtina wê alayê zarok û gedeyên me li bereyên şer canê xwe dibexşin û şehîd dibin. Reng û hêma û sembolên ala Kurdistanê pênaseya aştî û azadîxwazî û kolnedana gelê meye. Wan bihayên bilind serkirdeyên me yên nemir ji bo me bi cîh hiştin û erkê meye jî biparêzîn û bidîn destên nifşên nû.
Herweha di dawiya peyama xwe ya ku li ser malpera ya Facebookê parkiriye de dibêje; Bila ala xwe biparêzîn û kar bi peyamên wê bikîn. Roja alaya Kurdistanê li gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên wê ve pîroz be.