Rojava News: Ala Kurdistanê ji berê de buye gelek mijarê ji helbest, çîrok û sundxwarinan.
Mûsa Enter rewşenbîr û nivîskarê kurd : sûnda kurdan ji kevinde ala wan beşek jêbû gava soz didan hev dirahiştin sembolekê di renge aleyekê de didanîn ser çekên xwe û pê sûnd dixwarin
D.Nûreddîn zaza damezrênerê PDK-Sê: Di serkeftina kurdande sala 1919 ala Tirkan anîne xwar û ala kurdî li dewsê hat hildan min ji babê xwe pirsî (bab ev çi qozeqere tê hildan )
Bab gotî : ev ala meye kurêmin rûmeta meye ….namûsa qewmê kurde.
Wilym Igiltin ronakbîrê rojavayî: Komela xweybûnê hêza wê ji gewdê wê mestirbû ji ber ku dikarî alayekê dupat bike bi tikildariya hevbendên xwe yên îraqê û li bakur bilin bike.
D.Bengî haco: Mamostyê min hemze begê Miksî nifşek bi tevahî kire aşiqê Kurdistanê bi daleqandina ala rengîn di dibistanan de.
Osman sebrî xebatkar û rewşenbîr
Min divê her tim bilindbe ala rengîn kesk û zer
Him xweşî him ceng û rûmet têne zanîn sor û gewr
Rewşen Bedirxan rewşenbîr: di kongirê kokbirîna sitemkariyê de li Esîna 1957 an di hola kongirê de ji rengên alaya welatê min şîrîntir nebû dinav alayên dewletande çikilan dîbû.
Qazî Muhamed serok komarê kurdistan li mihabad: ji Barzanî Nemir re got ev ala emanetî te û siparte nemir barzanî
Û ji alî xweve em dibêjin baştirîn parêzer ji wê alêre ewbû wê bimîne ew.
Mes,ûd barzanî serokê herêma Kurdistan: xaka ku bixwîna kurda rizgarbwî nabe ji bilî alaya kurdistan pêve li sere bê bilind kirin.
Rifat Hacî