Print this page

Li Girkê Legê çekdarên PYDê êrîşî ahinga Roja Alaya Kurdistanê kir

Rojava News: Duh,  xelekên bajarokê Girgê Legê ahingek bi helkefata Roja Ala Kurdî lidarxistin û aleke bi dirêjahiya 100 mitran bilind kirin lê çekdarên PYDê êrîşî wê ahingê kir .

 Duh 17 Kanûnê ku roja Aleya Kurdistanê bû, hejmarek ji welatiyên bajarokê Girkê Legê xwestin bi vê boneyê ahingê lidra bixin û Aleyek bi dirêjahiya 100 mitran bilind kirin bi amadebûna şandek ji ENKSê bi serokatiya Îbrahîm Biro, lê çekdarên PYDê bi 3 otombîlên agirkujê av li xelkê reşandin û ew ji hev belav kirin.

Li gorî agahiyan ku çekdaran hejmarek ji welatiyên ku di wê ahingê beşdar bibûn girtin û nave wan ev in

Xelîl Osê, Şêxmûs Tîco, Mistefa Hemo, Celod Îbrahîm û Şefîq MihiyaEldîn.

Nalîn Hesen