Print this page

Qamişlo.. YXCDKR bi boneya roja Ala Kurdî seredana navenda PDK_Sê kir

Rojava News: Duh bi helkefta Roja Ala Kurdî, Şandeke Yekîtiya Xwendevan ȗ Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava bi duruşma her bijî ala kurdî seredana ofîsa çand û raghandinê ya li navenda PDK_S li bajarê Qamişlo kir.

Şanda navborî ji aliyê rêveberê beşê peywendiyan EbdulBaqî Tahir ve hate pêşwazîkirin û  ala Kurdistanê diyarî wî hate kirin digel nameyekê radestî wî kirin .

ji aliyê xwe ve Tahir got :em şanazin ku ciwanên Kurd di asta bîr û berpirsyariyê de ne û em geşbînin bi pêşeroja kurd li Kurdistana Sûriya bi çalakiyên wan, her bijî Ala kurdî, herweha em bi hêvî ne ku wê nêzîk li ser banê avahiya Netewên yekbȗyî were hildan, ȗ bilind ȗ bilind bibe.

Rifeat Hacî

 11:30:04