Rojava News :Xwecihiya ENKSê û Rexistina PDKSê ya bajarokê Tirbe Sipyê, duh li ber navenda xwecihiya ENKSê ahingek ji bo vejîna roja ala kurdistanî li darxistin, lê çekdarên PYDê êrîşî wê ahingê kirin.
Salih Ûmer endamê Komîteya navendî ya Partiya Demoqtata Kurdistan – Sûriya ji Rojava News re gort duh li bajarokê Tirbe Sipyê me ahingele bi helkefta Roja Ala Kurdî lidarxisti, lê çekdarên PYDê êrîşî wê ahingê kirin û di dema hatina wan ji bo jihevkirina ahingê yek ji rojnamevanên PYDê daxwaza hevdîtinekê bi min re kir lê mê ev yek red kir Slih
Ûmer herweha sedama redkirina vê hevdîtinê diyar kir û got : ji ber ku çekdarên PYDê bi bêrêzî derbasî ahingê bûn , min hevdîtin red kir û ji rexekî din ve cilên çekdaran li ber wî rojnamevanî bû
Tê zanîn ku piştî kongra Riyazê kiryarên PYDê yê sitemkarî li ser welatiyên Kurdistana Sûriyayê bêtir bûne .
Hisên Şakir