Print this page

Şanda serokatiya ENKSê seredana gundê Siwêdiyê dike

Rojava News: Duh şandek serokatiya ENKSê bi serokatiya Ibrahîm Biro  seredana gundê swêdiya Mehme Eliya ya bi ser Dêrikê ve kir, û bi kesayetî û xuyayiên devra koçeran re civiyan

Di wê civînê de behsa bûyerên dawî yên ku li wî gundî hatibûn rûdan kirin, û kesên amade têbîniyên çareserkirina rewşa Siwêdiyê û deverê bi tevahî  giftûgo kirin.

Hêjaye gotinê ku gundê Siwêdiyê tûşî pilaneke çekdarên PYDê bûye ji 13 vê mihê ve ku di encamê de gelek astengî ji xelkê gund re çêbû ji girtin û avêtina ser malan û destêwerdana hurmeta malan û ta niha hêjî 7 kesên gundî di zindanên PYDê de ne û çarenivîsa wan ne diyare.

Rifat Hacî