Rojava News: Li Tirkiyeyê navçeya Bodrûmê di encama binavbûna belemeke penaberan de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Duh derengê şevê demjimêr 01:00an de li bajarê Muxlayê beravên Bodrûmê belemeke penaberan ku dixwestin bi rêyên neyasayî derbasî Ewropayê bibin binavbû.
Di encamê de 4 kesan ku ji nav wan 2 zarok bûn canê xwe ji dest dan. Herwiha 8 penaber jî hatin rizgarkirin.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya hêzên deryayî jî hîn didome.