Print this page

Silopî: Bi topbarana Hêzên dewleta Tirk 2 zarok hatin kuştin!

Rojava News: Li navçeya Silopî ya Bakûrê Kurdistanê di topbarana hêzên dewleta Tirkiyê bi ser malekê de 2 zarokan jiyana xwe jidest da.

Li Silopî ya bi ser Şirnexê operasyona hêzên dewleta Tirk berdewam dike. Hêzên dewletê bi tank û topan di nav kolanên bajar de pêşve diçin.

Di encama topbarana şevê din a li Taxa Nuhê ku  topek  li malekê ket û bû sedem 2 zarokê din jiyana xwej jidest bidin.

Cenazeyê herdu zarokan ji aliyê welatiyan ve ji bin xirabeyên malê hatin derxistin.