Rojava News: Di vê dema dawiyê de bi hezaran welatiyên Kurdistana Sûriyê berê xwe didin dewletên Ewropayê, ji bo dabînkirina jiyaneke xweş û geş ji xwe re, lê di heman demê de bi hezaran Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê man di sengerên şer de, ji bo ku berevaniyê di ber xaka xwe de bikin, û jiyana Pêşmergayetiyê li ser çûna Ewropayê û jiyana penabertiyê pejirandin.
Lewend Elî ku Pêşmergeyekî Kurdistana Sûriyê ye, û bi xwe xelkê bajarê Qamişlo ye, temen 20 salî ye û berî 2 salan berê xwe da Herêma Kurdistanê û tevlî refên Pêşmergeyên Kurdistanê bû.
Lewend dibêje ku têkçûna rewşa abûrî û ewlehî ew neçar kir ku ji Kurdistana Sûriyê were Herêma Kurdistanê, lê li Herêma Kurdistanê tevlî refên Pêşmergeyan bû, da ku xizmetekê ji welatê xwe re pêşkêş bike .
Malbata Lewend jî û ji ber rewşa ewlehî û abûrî ya zehmet berê xwe dan Tirkiyê, lê rewşa wan li Tirkiyê jî zehmet bû, lewma pişt re berê xwe dan Herêma Kurdistanê û li wir daxwaz ji kurê xwe Lewend kirin, ku bi wan re biçe Almanyayê, lê Lewend ev yek bi tund] red kir û ji dev Pêşmergetiyê berneda.
Pêşmerge Lewend niha bi tena xwe li Herêma Kurdistanê dimîne û rojên bêhinvedana xwe di nava hevalên xwe de li Dihok û Hewlêrê derbas dike, herweha car caran li bingeha xwe ya leşkerî, di nava Pêşmergeyan de diqedîne .
Lewned dibêje ku Pêşmergayetî êdî bûye mal û malbata min, û ewê her bimîne Pêşmerge ji ber niha pêwîstiya welatê wî bi wî heye .
Xewna Lewend wekî xewna her Pêşmergeyekî, ew e ku vegera Kurdistana Sûriyê, herwiha avakirina welatekî aram, lewma çek ji xwe re kir heval û sengerên şer ji xwe re kir war, ta ku xewna xwe bi cih bîne .
Kurdistan -Dihok-Xelata Kurd