5:22:46 PM
RojavaNews: Duh şandek ji Endamên kongire Niştîmanîya kurd seredana ofîsa Encumena Niştîmaniya Kurd li Qamişlo kirin.
Endamê Mekteba Siyasî ya Partî Dîmuqratî Kurdistanî –Sûriyê Mihsin Tahir ji RojavaNews re ragihand ku şandek ji Endamên kongire ye Niştîmanîya kurd seredana ofîsa Encumena Niştîmaniya Kurd li Qamişlo kirin ew şand ji seroka KNK Nîlofer Koc , Ebîr Hesaf û Liqman Ehmê pêkdihat.
Tahir diyar kir ku di wê seredanê de herdû aliyan behsa rewşa sûriyê bi giştî û deverên kurdî bitaybet kirin.
Herweha Tahir serbar kir ku wê şandê tekez kir ku ewê kongirekî li Hewlêrê li darbixin bê ku dema wê diyar bikin.
Afiya Hacî