Rojava News: Cephet Elnusra ragehand ku ew pêbendî rêkeftina navbera YPGê û Odeya Fetha Helebê nabin.
Careke din û piştî rêkeftina navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Odeya Fetha Helebê bi rojekê, careke din Bereya Elnusra taxa Şêx Meqsûd topbaran kir.
Li gorî nuçeya daketiye ser malpera Bas News çawkaniyeke leşkerî diyarkiriye ku; 20 Kanûnê careke din Cephet Elnusra taxa Şêx Meqsûd li Helebê ku wek taxa Kurdan tê nasîn topbaran kir, çavkaniyek leşkerî ji Şêx Meqsûd ji BasNews re ragehand ku, çekdarên Bereya Elnusra bi tundî taxa Şêx Meqsûd ji taxên Şiqêf û Kastêlo bi rokêtên Hawinê topbaran kirin, YPGê jî bersiva çekdarên Bereya Elnusra dan, 2 şervanên YPGê bi guleyên nîşangirên Elnusra birîndarbûn.
Ev topbaran piştî rojekê ji rêkeftina dinavbera Odeya Fetha Helebê û YPGê de tê, lêbelê Elnusra û Lîwayê Ehrar Sûriya ragehandin ku ew dê pêbendî rêkeftinê nebin.
Ji aliyekî din ve welatiyên Efrînê ragehandin ku rêbendên li ser riya Efrînê hatine rakirin û şer di navbera YPGê û çekdarên opozisyonê li gundewarê Efrînê de rawestiyaye.