Rojava News: Cendiemeyên Tirkiyê yên sînorî, duh welatiyekî Kurd ji bajarê Serê Kaniyê îşkence kirin.
Li gorî agahiyên Rojava News, duh danê sibehê dema ku welatiyekî Kurd ku nexwest navê wî were eşkerekirin hewel dide ku sînorê di navbera Kurdistana Sûriyê û Kurdistana Tirkiyê derbas bike li nêzîkî gundê Bab Elferec rastî cendirmeyên Tirkiyê yên sînorî hat, û Cendiemeyan bi tundî lê dan, ji ber vê jî ew hate veguhestin bo nexweşxanyekê li bajarê Qamişlo.
Herweha cendirmeyên Tirkiyê hemû pereyên li gel wî şewitand in , û hat zanîn ku cavê wî yên rastê bi giranî birîndar bûye û niha ew dibin çavdiriya nojdarî de ye.
Nalîn Hesen
11:11:57