Rojava News: Li Dihokê baregeha rahênerî ya leşkerî ya Xinisê ji bo Pêşmergeyên Roj yên Kurdistana Sûriyeyê xuleke perwerdekirina leşkerî ya nûh destpêkirin ku 450 têde beşdarbûne.
Xwebexşekî bi nave Abdul Hey Şêran ji Rojava News re got :”Ez yek ji wan xortên tevlî wê xulê bûme û ez gelek kêfxweşim ku ez bi dilê xwe hatime bibim pêşmerge ne bi darê zorê hatime berevaniyê ji xaka xwe bikim”
Herwiha Abdul Hey got: Çi caran em mafê vegera welatê xwe û parastina wî nahêlin ev mafê me yê rewaye.
Ew xola raheneriya pêşmerergeyên Rojavayê Kurdistanê ji 450 kesan pêk te ku temenê wan di navbera 18 ta 35 salî de ye, û hatiye zanîn ku gelek ji wan xwebexşan berê ji ber leşkeriya neçar di nav refên artêşa rejimêde bûn, lê aniha dev jê berdane û beşdarî pêşmergeyê Kurdistan a Rojava bûne.
Tê zanîn ku piştî şoreşa Sûriyeyê dest pê kir û rêjîma El Esed lawaz bû Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew xortên ji leşkeriya rêjîmê cudabûn bi şewayekî xwebexş perwerde dike.
Hisên Şakir
11:36:52