Print this page

Şirnex: Girseya gel rastî êrîşê leşkeran hat!

Rojava News: Li Şirnexê gel ji bo şikandina dorpêç û êrîşên li hemberî Cizîr û Silopiyê dest bi meşekê kir, di meşê de girseya meşwanan rastî êrîşa hêzên dewletê hatin  û Ji ber êrîşan şer û pevçûn derket.

Piştî êrîşên artêşa Tirkiyeyê ya bi ser girseya xwepêşandara re gelê Şirnex û yê ji derdorên wê tevlî meşê bûne bi dûruşma  "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" bersiv da.

Girseya gel ji bo  xwe bigihîne Cizîr û Silopiyê, meşa xwe bi biryardarî didomîne.

Lê belê hîna li bajêr şer û pevçûn berdewamin.