Rojava News: Rêxisina Bask ya geşepêdana Karînên zarokan dest bi hilmeteke hoşiyariyê kir li jêr sembola (mirinê ji me dûrxin ) bi armanca parastina zarokan ji çek û teqemeniyên berdest di malan de ya ku metirsiya wan li ser zarokan heye .
Rêvebirê rêxistina navborî Amir Hesen diyar kir ku mebesta wan ji vê pêngavê ewe ku dayik û bavan agahdarî nehêlana çekê berdest di malê de bike da ku nebe cihê encamdana rûdanên kujerî û xemgînî, nexasim vê dawiyê bûyerên ji vî rengî têne bihîstin ku bi şaşîtî yan bi mebesta xwekuştinê çekên di malê de dibin alavên encamdana karesetan û bi taybetî di nav rêzên zarokan de.
Rifet Hacî
12:26:35