Print this page

Li Nisêbînê Qedexeya derketina derve berfirehtir bû

Rojava News: Li navçeya Mêrdînê, Nisêbînê, li 11 taxên din de jî  ‘’qedexeya derketina kolanan’’ hate ragihandin ku bi vî awayî bi giştî li 15 taxan qedexe heye.

Li gor daxuyaniya Qaymeqamiya Nisêbînê îro ji demjimêr 10.00 qedexe hate berfirehkirin û 11 taxên din jî girte berxwe.

Li gor daxuyaniyê beriya niha li taxên, Abdulkadir Paşa, Firat, Dicle û Yenişehirê qedexe hebû. Îro jî li taxên Yenituran, Yeşilkent, Mor Yakup, Zeynelabidin, Kişla, 8 Mart, Girnavas, Devrim, Selahaddin Eyyubi, İpekyolu û Barişê heta biryarek duyem derketina derve hate qedexekirin.

Hate gotin ku di encama şer û pevçûnan de duh bişev li taxa Girvanas jinek 39 salî yê bi navê Emîre Gok şehîd ket.

12:46:25