Print this page

Cendirmeyên Tirkiyê welatiyekî Kurd ji Efrînê şehîd xistin

Rojava News: Cendirmeyên Tirkiyê duh, welatiyekî Kurd ji Efrînê li gundî wî yê nêzîkî sinor şehîd xist.

Jêderên taybet ji Rojava News re dan xuyakirin ku duh,  Cendirmeyên Tirkiyê, welatiyê Kurd yê bi navê Bekir Mihemed li gundî wî (Zarî) ya bi ser navçeya Bilbilê li Efrînê kir armanc û  3 gulle berdane wî û di encam de ew şehîd ket.

Ji destpêka kirîza Sûriyê û ta niha, Cendirmeyên Tirkiyê yên sînorî gelek welatiyên Kurd li sînorê dinavbera Kurdistana Sûriyê û Kurdistan Tirkiyê, herweha li gundên nêzîkî Sînor dikin armanca xwe ku di encam de gelk welatî şehîd ketin û gelekî din jî birîndar bûne.

Nalîn Hesen

10:32:54