Rojava News: Balafirên şer yên bi ser rejîmê Taxa Helebê Şêx Meqsûd bomberdûman kirin û di encamê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 9 kes jî birîndar bûne.
Balafirên şer ên rejîmê, kolana 15. a li rojavayê Taxa Şêx Meqsûd ya Helebê bomberdûman kir.
Di encama bomberdûmanê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 9 kes jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku di encama bomberdûmanê de ji yên birîndarbûne, rewşa 4 zarok û 3 jinan giran in.