Rojava News: Ew çen rojin li gelek bajar û bajarokên Bakûrê Kurdistanê ji bo ku qeexekirina derketina derve û pevçûnên hene bêne protestokirin deriyên dikanan girtî ne.
Ev 19 roj in ku li navçeya Sûrê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Di navbera hêzên ewlehiya dewletê û xwepêşandarên ku nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ne de pevçûn didomin. Duh jî di teqînekê de çawîşekî pispor canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Îro li gorî dema Diyarbekirê saet li 12.00ê dê ji aliyê xelkê bajêr ve ber bi Sûrê meşek bê kirin ji ber wê jî hemû dikan girtîne.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, qedexeya derketina derve di roja 9. de ye. Êrîşên ku duh heta derengiya şevê dewam kirin, ber destê sibehê ji nû ve dijwar bûn.
Li navçeyên Cizîr û Silopiya Şernexê îro 9 roj in ku qedexeya derketina derve û pevçûn didomin. Heta niha Yusuf Aybî yê 80 salî û Mehmet Mete yê 11 salî jî di nav de 13 kesên sivîl li Silopiyê bi guleyan canê xwe ji dest dane.
Li gorî ragihandina çavkaniyên sivîl di kolanên Silopiyayê de bi rojan e ku cenazeyên hinek kesên sivîl li erdê mane û ji tirsa gulereşandinê ti kes nikare wan ji kolanan rakin.
Li Bakûrê Kurdistanê rewşa aloziyê li 5 navçeyan didomê.