Rojava News: Duhî li Qamişlo rêxistina MAF ya mafê mirova pirojeyê xwe yê sala 2015ê bi navê( yekbûna qurbanî û dîdevanan di dadgiha tawanan ya navdewletî)de di xelekeke wêjeyî de bi dumahî anî , têde Parêzer Lazgîn Haco simînarek liser şîrovkirina kesayetiya dîdevan û qurbanî di dadgihê de û parastina wan bi nihêniya karê dadiyê de tomar kir .
Parêzer Mehmûd Omer endamê civata emîndariya MAF got me mijara dadgiha tawanan ya navdewletî bijart ji pirojeyê xwe yê sala 2015ê re bi mebesta belav kirina çanda mafê mirovan di civakê de , û di xeleknameyeke hevdîtinan de li gel gurûpên mafsaz û civaka sivil re me bi dawî anî .
Rifet Hacî