Print this page

Dezgeha xêrxwaziya Barzanî alîkarî li kampa Qoştepe belav kir

Rojava News: Dezgeha xêrxwaziya Barzanî alîkarî li ser penaberên kampa Qoştepe belav kir.

Beşek ji wan alîkariyan li ser 50 kêmendaman hatin belav kirin ku ji xwarinê, kursiyan û gopalan pêk dihat.

Herweha dezgeha Barzanî bi alîkariya rêxistina hewarçûnê ya Îslamî pêdiviyên werzê zivistanî li ser 200 malbatî belav kirin, û cilên zivistanî bo 600 zarokî peyda kirin.

Hêjayê gotinê ku Dezgeha xêrxwaziya Barzanî bi berdewamî alîkariyan li ser penaberên Kurd yên li herêma Kurdistanê dimînin belav dikin, herweha kerwanên alîkariyan dişînin Kurdistana Sûriyê.

Nalîn Hesen

12:40:43