Rojava News: Cebhet ElNûsra (baskê Elqaydê li Sûriyê) duh, careke din gundewarê başûrê Efrînê bombebaran kir.
Jêderekî taybet ji Rojava News re eşkere kir ku duh ElNûsra, gundê Basûfanê ya girêdayê bi navçeya Şêrawa bi topên Hawinê topbaran kir.
Heman jêderî tekez kir ku gelek top li derdora gund ket, û piştre şer û pevçûn bi çekên sivik û giran di navbera Cebhet ElNûsra û Tevgera Ehrar Elşam ji aliyekî, û hêzên Sûriyayê Demoqtaic ya bi ser PYDê û Ceyeş Elswar ji aliyekî din ve çê bûn.
Nalîn Hesen
13:14:26