Rojava News: Duh li gundewarê Holê ya bi ser bajarê Hesekê ve mayîneke çandî teqiye û di encam de kuştî û birîndar hene
Li gorî agahiyên Rojava News, duh li gundê Elbosa ya li bakurê Hesekê mayîneke çandî ji bermayên DAIŞê di zeviyê gundiyekî de teqiye û di encam de welatiyê bi navê Yasir Elelî jiyana xwe ji dest da, û 8 kesên di ji heman malbatê birîndar bûn.
Herweha hate zanîn ku di ji wan birîndaran jin û zarok jî hene, û ew hatin veguhestin bo nexweşxaniyên Hesekê.
Nalîn Hesen