Print this page

Sirînê.. DAIŞê du dibistan teqand

Rojava News: Duh rêxistina terorîstî DAIŞê, du dibistan li bajarokê Sirînê ya bi ser Kobanî ve teqandin.

Li gor zanyariyan , duh danê sibehê rêxistina terorîstî DAIŞê ji dûr ve herdu dibistanên gundên Bocaq û Elmilha teqandin ku beriya niha DAIŞê li wan herdû dibistanan mayîn çandibûn.

Hat zanîn ku ti ziyanên canî çê nebûn ji ber ku ew herdû gund vala ne.

Nalîn Hesen

10:47:05