Rojava News: Li Bakurê Kurdistanê bajarê li Amedê çalakiyên piştgiriya devera Surê ku derketina dervê lê qedexeye berdewamin, di çalakiyên piştgiriya Sûrê de polîsan zarokê bi navê Şiyar Baran yê temen 13 salî kuşt.
Nişteciyê navçeya Surê ew demeke dirêje ji ber qedexeya derketina derva rastî gelek êrîş û zehmetiyên mezin tên, gelê Amedê ji bo rakirina qedexeya derva û derketina hêzên ewlehiya Tirkiye ji deverê bê navber xwepêşindanên girseyî û çalakiyan li dardixin.
Ji bo piştgiriya navçeya Sûrê li gelek gelek deverên bajêr di navbera gel û hêzên dewletê de pevçûn berdewamin, di wan çalakiyan de polîsên Tirkiye li gereka Seyrntepeyê zaroka bi nave Şiyar Baran yê 13 salî bi gulereşanê kuşt.
Şiyar baran piştî ku bi giranî ji singa xwe bi guleya polisan birîndar bû rakirin nexweşxaneya zanîngeha Dicleyê lê belê dir ê de jiyana xwe ji dest da.
12:32:48
Şanaz Emin