Rojava News: Li bajarê Cizîrê ku derketina derve lê qedexeye, hêzên dewleta Tirkiye îro çend taxê bajar dane ber topbaranê, û hemendemê jî nîşangirê polîsan jî gulereşandin di encamê 2 jê jin 3 kesê sivil hatin kuştin.
Li Cizîrê taxa Sûrê ji ber gulereşina polîsan, bavê 5 zarokan Dîkran Sayaca jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Nûrê jî Azîme Aşan ji encamê ku topek li mala wê ket di nava xurfeya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Herweha li Taxa Cûdi yê jî Jina bi navê Adîle Karadûman ya 55 salî dema derket ber deriyê mala xwe ya li nêzî Mizgeta Şêx Feyzûllahê, bi guleyên nîşangirên teybet yê polîsan hate kuştin. Ji ber êrîşên giran cenazeyê Karadûman li kolanê maye û kes û karê wê nikarin ber ve biçin.
13:05:41
Şanaz Emin