Rojava News: Li navçeya Cizîrê ya bi ser Şirnexê di encamê êrîşên giran û topbaranên ku tê kirin de agir bi gelek malan ket.
Doh derengiya şevê li gereka girê Banê di encama topbaraneke giran de agir bi gelek malan ket û ji ber ku İtfaiye jî ji bo tefandinê agir naçin agir bêtir belav bu.
Welatiyên deverê ku dixwazin agir vemrînîn ji rastî gulebarana polîs û leşkerê Tirka tên û nikarin agir vemirînin.
Wesayîtên zirxî yên li ser girên navçeyên Cûdî, Nûr û Sûrê hatine bicihkirin topbaranê hê jî didomînin.
10:36:27
Şanaz Emin