Print this page

Termên 15 şehîdên deryaya Egyê derbasî Kurdistanê dibin

Rojava News: Îro, Termên 15 kurdên êzîdî yên ku di deryaya Egye de jiyana xwe ji dest dabûn, wê derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Li gorî agahiyan ku wê termên wan 15 koçberên êzîdî di riya Balafirxaneya Hewlêrê re bên veguhestin bo Kurdistanê, û hîn termê 2 êzîdiyên din jî hene û wê di dema bê de ew jî bêne şandin bo Kurdistanê .

Li gorî agahiyên, di nav wan terman de jin û zarok jî hene lê piraniya wan zilam in.

11:26:50