Print this page

ENKSê: Em dixwazin Hêzên Tirkiye ji Rojavayê Kurdistanê derkeve

Rojava News: Encumena Niştamanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) bi daxuyaniyekê derbasbûna leşkerên Tirk ji bo nava axa Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

ENKSê  di derbarê derbasbûna leşkerên Tirk ji bo nava axa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, tevgera  Artêşa Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê ji bo jiyana xelkê deverê  xetere û dibe sedema ku welatî ji cihê xwe koç bikin.

Herweha ENKSê ew karê Artêşa Tirk şermezar kir û ragihand ku divê hikûmeta Tirkiyê gavên berbiçav ji bo çareskirina pirsa kurd bavêje û bi partiyên kurdî re bikeve diyalogê.

Emîndariya Giştî ya ENKS herwiha bang li PKKê jî kir giraniya xebata xwe bide ser aştiyê û projeya ku Abdullah Ocalan dest pê kiriye û ji çareseriya leşkerî û tundrewiyê bi dûrkeve.

Encumena kurdî ji hikûmeta Tirkiyê û PKK xwest şerê li nava bajaran rawestînin û ji bo bidestxistina mafê gelê Kurdistanê li Bakurê Kurdistana di zûtirîn dem de derbasî diyalogê bibin.

Herwiha xwest ku Artêşa Tirkiyê hêza xwe ji gundên Semisax û Letîfoyê li ser sînorê Qamişlo û Rimêlanê vekişîne.