Print this page

Çekdarên PYDê dest bi helmeteke berfireh bo girtina xortan Kir

Rojava News: Ev du rojin li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê, çekdarên PYDê bi dehan xort girtine bi hinceta leşkeriya neçar.

Li gorî agahiyên Rojava News, li bajarê Qamişko, li nêzîkî Alaf  û geraga bajêr herweha li qada Sonî, çekadrên PYDê hemo riyên wan deveran girtine û rêbendên xwe belav kirine, û xortên temenê wan dinavbera 18-40 salî digrin bi hinceta leşkeriya neçar. Hate gotin ku derdoa 30 xortan ta niha hatin girtin.

Di heman mijarê de, jêderekî taybet ji bajarê Hesekê ji Rojava News re da xuyakirin, ku ev du rojin PYDê xortan li her yek ji taxên, TilHecer, Muftî, Salihiyê, Sebax digire û wan berû navedên xwe yên leşkeriya vediguhisên. Û li gorî agahiyan ku zêdetirî ji 25 xortan hatine girtin.

Hêjayê gotinê ku ta niha ew helmeta girtinê berdewam e.

Nalîn Hesen

10:07:48