6:28:30 PM
RojavaNews: Ji ber şer û pevçûnên di navbera çekdarên girupên îslamî û hêza bi navê Sûriyaya demokrat li gundewarên Ezazê û nêzîkî sînorê Efrînê, şeş rokêt li bajarê Efrînê ketin, herweha hat zanîn ku rokêtek li taxa Eşrefiyê ya Efrînê ketiye, û yeke din jî li nava bajêr ya nêzîkî geraca Efrînê ya berê ketiye, û ya siyemîn jî devera pêşesazyê li eşrefyê ketyê û ya carê jî li filkeya kawa hedad ketye ,lê hîn ziyanên madî û canî nehatne zanîn.
Lê li gorî jêderan, brîndar ji bo nexweşxaneya avrîn tên veguhestin û hîn hejmara brîndaran nehatye zanîn, herweha ji ber ketna wan rokêtan, metrisî di nava xelkê de çêbûye û jiber vê jî hinek xelk ji nav bajêr ber bi derdorê ve diçin.
Afiya Hacî