Rojava News: Artêşa Tirkiyê li gundê Dêrûna Axê li navçeya Aliyan jî bicih bûn.
Malpera fremî ya PDK-Sê belav kiriye, Destêwerdana artêşa Tirkiyê di nav axa Kurdistana Sûriyê de berdewam e, piştî vekirina rêyekê bi dirêjahiya sê kîlometreyan, li beramber gundê Letîfiyê, artêşa Tirkiyê berê xwe da gundê Dêrûna Axê li navçeya Aliyan, ku dikeve bakurê bajarokê Çilaxa û li wir bicih bûn.
Li gor welatiyên gundê Dêrûna Axê, hêzeke Tirkiyê bi çek û pêdiviyên şer, derbasî nav axa Kurdistana Sûriyê bûn, bi 100 mitroyan ber bi gundê wan ve hatin.
Berî niha jî artêşa Tirkiyê sînorên Kurdistana Sûriyê li gundê Letîfiyê û Sermisaxê bezandibû.
11:13:20