Print this page

Duhok.. pêşmergeyekî Kurdistana Sûriyê rastî bûyereke hatinûçûnê hat

Rojava News: Duh, derengî şevê, yek ji pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê rastî bûyereke hatinûçûnê li Duhokê hat.

Jêderekî taybet ji Rojava News re ragihand ku, pêşmergeyê bi navê Selah Eldîn Mihemed Seyd Hiso rastî bûyereke hatinûçûnê li Duhokê hat û di encam de ew ji serê xwe birîndar bû.

Li gorî heman jêderî, navborî hate veguhestin bo nexweşxaniya Teware ya bajêr, û jiyana wî di metirsiyê de ye û niha ew ji ser hişê ve çû ye û dibin çavdiriya nojdarî de ye.

Nalîn Hesen

13:42:38