Print this page

Dijbereya Sûriyê: li çiyayê Kurdan bajarokek kontrol kirin

Rojava News: Çekdarên ser bi Dijbereya Sûriyê ve bajarokê Qeseb a girêdayî Herêma Çiyayê Kurdan kontrol kirin.

Li gorî nuçeya daketiyê ser malpera Rudawê; li Herêma Çiyayê Kurdan a li parêzgeha Laziqiyê duh çarşemî şerekî dijwar di navbera çekdarên Dijbereya Sûriyê û Artêşa Sûriyê de derket û di encamê de hêzên ser bi Dijbereya Sûriyê ve karîn bajarokê Qeseb a girêdayî Herêma Çiyayê Kurdan kontrol bikin.

Herwiha çekdarên dijbereyê hejmarek ji hêzên Artêşa Sûriyê dîl girtin û dest danîn ser çek û teqemeniyên wan.

Berî çend rojan Artêşa Sûriyê bajarok û bûrca Qeseb ji destê çekdarên dijbereyê derxistibû ku bi ji cihên stratejîk ên gundewarên Lazqiyê tê zanîn.