Print this page

Girtina xortan jibo leşkeriya neçar li Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê çekdarên PYD ve berdewam e.

5:13:45 PM

RojavaNews: Partiya Demokrat a Kurdistanê -Sûriyê di daxuyaniyekê de di derbarê Girtina xortan de, ragihand ku çekdarên PYD dest bi girtineke berfereh kirine, ku hejmarek mezin ji xortan li 7 navçeyên Efrînê  û gundên wê,ji bo leşkeriya neçar hatine girtin.

Partiya  navbûrî daxwaz ji Hikûmeta HerêmaKurdistanê û Encûmena Niştmanîya Kurd li Sûriyê “ENKS”ê kir ku pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bi lihevhatineke navdewletî û navçeyî vegerin û balanseke leşkerî li tevahiya Rojavayê Kurdistanê were pêkanîn, herweha bang li rêxistinên navdewletî kir ku guvaşan li ser PYDê bikin da ku kiryarên xwe rawestîne û girtiyan jî serbest berde.

Li aliyekî din jî, Xwecihiya ENKSê li Efrînê di daxuyaniyekê  de, girtina  xortan şermezar kir û got di vê rewşa xirab a ku Efrîn têre derbas dibe de, dive Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê zû vegerin.

Ji destpêka kirîza Sûriyê ve, Efrîn hertim ji aliyê girûpên Îslamî ve tê dorpêçkirin û nebûna alîkariyan dibin sedemin ku rewşa abûrî têkbiçe û ji ber siyasetên PYD berên xwe didin penaberiyê.

Lê tevî vêjî, PYD ê di siyasetên xwe de yên tekalî de berdewam e, ku ENKS jî dibêje siyasetên guhertineke demografî li Rojavayê Kurdistanê çê dike.

Can Yusif