Print this page

Bilez.. Biwêne, hinek Gundewarên Kobanê binav bûn

8:50:54 PM

RojavaNews_Kobanê: Îro, Ava rûbarê Firatê rabû li hindama pira Qerequzqê , li encama baranek pir û girtina bendava Tişrînê , Ev bo sedema binavbûna çend Gundên Kobanê derdora rûbarê Firatê.

Şahithalan ji bo RojavaNews diyar kir ku, Îro, 31.12.2015 e , astê ava Firatê bilind bû û ser Gundewarên Kobanê ket , bi sedema baran barîneke zor û derîgirtina bendava Firatê ji aliyê Rêxistina Terorîstî Daiş ve , li encamê de çend gundên nêzîk rûbêr binav bûn.

RojavaNews karî bû Navên çend gundan bizane , ew jî Gundên (Buraz , Qumlax, Zerkutek, GirêSor, Wefiye, Ceide û Qerequza).

Li gorî Jêderan , malên wan gundan de hemî binav bûn.

Egera wê yekê heye ku, bendava Tişrînê biteqe û bajarê Kobanê bi gund û bibajarokê Girê sipî , parêzgeha Reqayê jî ber xwe bibe.

Herwiha , wî jêderî da zanîn ku, Xelkên Gudnên devê riya Rûbarê Firatê de malên xwe vale dikin , gundan bicih dihêlin û berve Kobanê direvin.

Tê zanîn ku Rûbarê Firatê ji tirkiyê tê , nava Sûriyê re derbaz dibe û berve Êraqê diçe, lewra teqîna bendava Tişrînê dibe ku, hindek gundên Êraqê jî ber xwe bibe.

 Rûstem Dêrkî