RojavaNews:Jandirmeyên tirk, welatiyekî ji bajarê Kobanê yê Rojavayê kurdistanê, bi navê Farûq Osman, dema ku dixwest ji qaçaxî ji gundê Elî Kor yê Kobanê derbasî Kurdistana Tirkiyê bibe, rastî guleyên jandirmeyan hat û di encamê de jiyana xwe ji dest.
Jêderên ji nexweşxaneya Emel, ragihandin ku Osman rastî 2 guleyan hatibû ku bibûn sedem ku ew jiyana xwe ji dest bide.
Ji ber tundbûna tedbîrên li ser sînor, bi dehan welatiyên Rojavayê Kurdistanê rastî guleyên jandiremyên tirkiyê hatine, ku ji ber nebûna deriyên fermî di navbera herdu aliyên Kurdistana Sûriyê û Kurdistana Tirkiyê de, xelk neçar dibe bi qaçaxî derbas bibe.
5:00:37 PM