Rojava News: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şer û pevçûn berdewam in. Li navçeyê li ser banga hêzên ewlekariyê xelkê taxên Cûdî, Nûr û Yafesê malên xwe bicîh hiştin.
Ji ber şer û pevçûnên berdewam hêzên ewlekariyê bang li xelkê taxên Cûdî, Nûr û Yafesê kirin ku malên xwe bicîh bihêlin. Xelkê van taxan jî bi alên spî ji malên xwe derketin û çûne Şirnex û Mêrdînê.
Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên nav bajaran berdewam in. Di sala 2015dan de li 19 navçeyan 253 roj e qedexeya derketina kolanan û çûnûhatinê hatiye ragihandin.
Bi sed hezaran kes ji warên xwe koçber bûn, bi mehan av, elektrîk, xetên telefonan û hemû xizmet û mafên mirovan li wan devaran hatine binpêkirin.
11:26:34