Print this page

Kewirekoskê.. Sendîkeya Hunermendan şaxên xwe li kampên penaberan dest nîşan dike

Rojava News: Bi mebesta aktîvkirina çalakiyên sendîkeya hunermendên rojavayî Kurdistan di roja sersalê de Hunermend Mehmûd Ezîz Şakir û Elî Şêxo sekreterê sendîkeya hunermendên rojava li gel şandeke hunermendan   seredana kampa Kewrekoskê ya penaberan kirin .

Di seredanê de şanda sendîkeyê bi hinek rewşenbîr û xwedan karê hunerî re rûniştin û li ser rengê pêwendiyên di navbera wan û nişteciyên kampan de axivtin ,û destnîşan kirina nûnerên xwe di her kampeyelkê de , da ku kar[ wan berfereh bibe û rola xweya rewa bilîze, Ezîz Şakir serokê fexrî yê sendîkê got :" piraniya xelkê me yê ku ji kurdistana sûryê penaber bûne di kampan de akincî bûne , xwedanê afrandin û ramanan jî di hem cihî dene , ya ku pêdiviye em guh bidinê û wan paşguh nekin ji ber ku destê bi tenê li çepka naxê , divê em bihevre alîkar bin "

Rifat Hacî

13:44:41